Kürtce
Ez dayîka Furkan’ê 8 salî me û niha jî li gel hevjînê (zilamê) xwe li Kastrup dijîm.
Ez di sala 1976’an da li Enqerê ji dayîk bûme, lê hê ku ez 3 salî bûm, me barî Fînlandîye kir. Min di zarokatîya xwe da li gelik derên cûda jîyan kir, lê piştî 10 salîya min, em hêdî bi temamî li Danîmarqa bi cih bûn.
Di sala 1996’an da min lîse li Rysensteen Gymnasium xelas kir û piştra jî min dest bi perwerdeya hemşîretîyê kir. Di sala 2000’an da jî ez bûm hemşîre.
Ji sala 2000’an heta bi sala 2004’an ez di nexweşxana bi navê Bispebjerg Hospital da di beşa psîkîyatrîyê ya zarok û ciwanan da xebitîm. Li vir ez temsîlkara 70 hemşîreyan bûm. Ji sala 2004’an heta bi sala 2006’an min li nexweşxana Rigshospital’ê di beşê psîkîyatrîyê da li taxa Nørrebro kar kir. Piştra jî min li gel grûbek mirovên ku ji ber esrarkêşîyê û tiştên din ji nefsîya xwe nexweş bûn (psykisk syge stofmisbrugere), ku girêdayê nexweşxana Sankt Hans Hospital’ê bûn, kar û xebat kir. Û niha jî ji ber ku li halkî me, min ji karê xwe ê li qismê “neopædiatrisk” da li nexweşxana Rigshospital’ê da izin xwestîye û li malim.
Ev gelik salin ku di karên cûda da çalakim. Ez di sala 2003’an da wek yekemîn bîyanî ji bo desteya rêveberîya herêmê a Sendîqeya Hemşîreyan hatim hilbijartin. Di vî karê xwe da ez ji bo wekhevîyê kar dikim û bêtir hewl didim xwe ku ciwanên bîyanî teşwîqî perwerdeya hemşîretîyê bikim. Ji ber vê yekê jî li ser daxwaz û însîyatîfa min ji bo kesên bi eslê xwe bîyanîne, ku di sîstema tendûristîyê da kar û xebatê dikin komeleyek bi navê ”mangfoldighedsnetværk” (komela ji bo pêwendîyên di navbera xebatkarên bîyanî ên di nexweşxaneyan da) (www.mangfoldighedsnetvaerket.dk), ku ez bi xwe jî seroka wê me, hat damezirandin. Herwiha ji sala 2005’an heta bi sala 2007’an jî ez cigira serokê komela bi navê “tværkultural sygepleje” (komeleya hemşîreyên bîyanî ên ji çandên cûr be cûr).
Digel xebatên min ên pîşeyî da, ez di gelik xebatên civakî da jî çalakîyan pêk tînim. Min balyoztîya komela bi navê “Foreningen for børn i voldsramte familier” (Komela ji bo zarokên di nav malbatên bi pirsgirêk da” kirîye, ku armanca wê jî ewe ku li dijî pirsgirêkên di nav malbatan da derkevê û wan pirsgirêkan bi rêya amadekirina rojên taybet di dibîstanan da, bi rêya belavkirina nivîsên agahdarîyê û bi damezirandina rêyek ragihandinê (Hot-line) ji bo zarokên bi pirsgirêk li ser înternetê ronî bike. Herwiha min di payiza 2004’an da însîyatîfeke bi navê “1001 billet” da destpêkirin. Di encama vê însîyatîfê da me 2860 bilêtên kultûrê ji bo zarokên bîyanîyan ên feqîr û belengaz kom kirin. Di sala 2006’an da min komela bi navê 1001 (www.tusindogen.com) damezirand, ku niha jî seroka wê me. Xebata komelê a herî dawî jî komkirina 3023 fincanên qahwê ji bo kesên bê mal bû.
Ez gelekî kar û xebat dikim û hewl didim xwe bê em çawa întegrasîyoneke baştir û diskrîmînasîyoneke/nijadperestîyeke kêmtir di nav civaka danîmarqî da biafirînin. Ji xeynî karê xwe ê di ”mangfoldighedsnetværeket” da, ez endama qomîta rêvebir im di komela AKALIN da (komela akademîsyanên bîyanî). Ev komel ji bo wekhevîya etnîkî kar dikê. Herwiha ez beşdarî gelik bernameyên televizyonê ên li ser întegrasîyonê bûyima. Min di qanala televizyonê a TV2 da, di bernameya bi navê ”Job Jagt” (nêçîra kar) da wek şêwirmend spîkêrtî kirîye, ku li vir me ji bo kesên bi eslê xwe bîyanî bûne ji bo ku kar ji xwe ra bibînin alîkarîya wan kir. Ji bilî vê min bernameya ”talkshow” a TV2 a bi navê ”oraklerne” (www.dr.dk/oraklerne) jî bi rêve bir, ku tê da 7 jinên misilman li ser pirsgirêkên rojane minaqeşe dikirin. Û di bihara 2007’an da min di bernameya ”Mission Integration” (www.dr.dk/missionintegration) a di televizyona TV2 da wek spîkêr/rêvebir dest bi kar kir, ku tê da 6 ciwanên bîyanî li himberî bêkarîya di nav kêmnetewên etnîkî da kar û xebat kirin.
Ez ji sala 2001’ê va endama SF’ê me. Ez ji sala 2003-2005 va seroka qomîsyona partîyê a ji bo wekhevîya etnîkî (Etnisk Ligestillingsudvalget) bûm. Ez ji sala 2004’an va endama qomîta merkezî a partîyê me. Û ji sala 2003’an va jî berendama/namzeta SF’ê a ji bo parlamento me. Di sala 2006’an da ez wek 3.mîn berendama parlamento li gor sîstema nû a hilbijartinê li Herêma Mezin a Hilbijartinê li bajarê Kopenhagê (Københavns Storkreds) hatim hilbijartin.
Di sala 2003’an da min dest bi lidarxistina semîneran kir û tevlî gelik minaqeşeyên sîyasî ên cûr be cûr bûm. Ez herwiha semîneran lidardixim ku em çawa sîstemeke tendûristîyê biafirînin ta ku tê da dayinûstandinek baştir û wekhevîyeke bê cûde him li gel kesên nexweş û him jî li gel xebatkarên di nexwesxaneyan da ên ku bi eslê xwe bîyanî ne bê kirin. Ez di semînerên xwe da herwiha jî bal dikşînim ser wê yekê ku em çawa bikin ku sendîqeya tevgera kar (fagbevægelsen) hewl bide xwe ku ji bo wekhevîyeke bê cûde kar û xebat bike, em çawa bikin ku jînên bîyanî bêtir karibin tevlî jîyana civakî bibin, çi pêwîste ku bê kirin ta ku pirsgirêkên di dibîstanan da bên çareserkirin, û em dikarin çi bikin ku bîyanîyan bikin ser kar û kêmnetewên etnîkî ku li vir hene teşwîqî karên di nav komel û rêvebertîya komel û dezgehan bikin.
Ji bilî van pirsgirêkan, ez herwiha li ser pirsgirêkên kesên feqîr û belengaz û ên bêmal, li ser pirsgirêkên zarok û xortan di nav malbatan da, li ser jîyana rojane a hemşîreyan, li ser pirsgirêkên wek dayikeke bi tenê bi zarok û li ser bê bîyanî çawa li Danîmarqa dinerin semîneran lidardixim. Hun dikarin zêdetir li ser van kar û xebatên min li ser vê lînkê bixwînin www.ozlem.dk/foredrag
Li gor bîr û raya min tiştekî gelkî pêwîste ku yek li ser babetên civakî fikir û ramanên xwe bînê ziman. Ji sala 2005 heta bi sala 2007 ez seroka qomîta rêvebir a rojnameya bi navê ”Nørrebro-Lokalavisen På Gaden” bûm. Heta 8.Adarê 2007 ez alîkara pirtûka bi navê ”Min Bedstemors Historie (Serpêhatîya Dapîra Min) bûm. Niha vê kêlîyê jî ez di rojnameya belaş a bi navê ”24 timer” www.24timer.dk da nivîskarîyê (klumnist) dikim û bi rêya nivîsên xwe li gor fikir û ramanên xwe tevlî babetên di civakê da dibim.




